NY’ê ji bo Xezeyê bertek nîşanî Îsraîlê da: Di hefteya dawî de herî kêm 57 Filistînî hatin qetilkiri

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyand ku di demên dawî de êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezeyê zêde bûne û ragihand ku di navbera 13 û 20’ê Tîrmehê de herî kêm 57 Filistînî jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê Thameen Al-Kheetan di daxuyaniya ku li Cenevreyê da de diyar kir ku tevî ku 9 meh li ser ragihandina agirbestê derbas büye ji li Xezeyê ji bo Filistîniyan cihên bi ewle nemane.

Al-Kheetan anî ziman ku di demên dawî de êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezeyê zêde bûne û destnîşankir ku mal, konên ku kkoçber lê bi cih bûne û cihên qerebalix hedef tên girtin.

Li gorî daneyên NY’ê di navbera 13 û 20’ê Tîrmehê de herî kêm 57 Filistînî jiyana xwe ji dest dane. Di nav kesên htine qetilkirin de 6 zarok û 8 jin hebûn û 34 kes jî li derveyî "xeta zer" a ku ji hêla Îsraîlê ve hatiye destnîşankirin hatine qetilkirin.

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku di rojên dawî de li dijî endamên Hemas û Cîhadên Îslamî operasyon pêk anîne û destnîşan kir ku kesên ku tên îdîakirin di êrîşa 7’ê Cotmeha 2023’yan de cih girtine yan jî di girtina rehîneyan de rol lîstine û her wiha depoyên çekan, tesîsên hilberînê û noqteyên avêtina roketan hatine lêdan.

NY: HEDEFGIRTINA SIVÎLAN SÛCÊ ŞER E

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê ragihand ku di êrîşan de gelek sivîlanjiyana xwe ji dest dane, binpêkirina hiqûqa navneteweyî berdewam dike û ev yek rê li ber fikarên cîdî vedike.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li gorî qanûna navneteweyî, bi zanebûn hedefgirtina sivîlan sûcê şer e û berfirehkirina herêma "xeta zer" a ku ji hêla Îsraîlê ve hatiye ragihandin, ji bo sivîlan gefeke mayînde ye.

BANGA JI BO CIVAKA NAVNETEWEYÎ

NY’ê daxuyand ku berdewamkirina binpêkirinan û krîza mirovî ya li Xezeyê nabe ku ji nedîtî ve were dîtin û bang li welatên sêyemîn kir ku ji bo pabendbûna bi agirbestê re were mîsogerkirin, binpêkirin bên rawestandin û berpirsiyar hesab bidin, bi lez bikevin nava liv û tevgerê.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ji agirbesta ku di Cotmeha 2025’an de dest pê kir û heta niha, herî kêm hezar û 144 Filistînî jiyana xwe ji dest dane. NY’ê ragihand ku ku di navbera Cotmeha 2025’an û nîvê meha Nîsana 2026’an de 283 jin û zarok bi tevahî 685 Filistîniyan hatine qetilkirin.